Rêveberiya nû dest bi dayîna pasaportan ji Sûriyeyiyan re dike

28 January 2025 09:15 0 dîtin
Rêveberiya nû dest bi dayîna pasaportan ji Sûriyeyiyan re dike

PeyamaKurd – Rêveberiya nû ya Sûriyê dest bi dayîna pasaportan ji welatiyên xwe re kiriye da ku karibin biçin derve.

Rêveberê Dezgeha Koç û Pasaportan a Wezareta Navxwe ya Sûriyê Welîd Erebî ji SANAyê re ragihand ku piştî vekirina dema tomarkirinê, dezgehê dest bi dana pasaportên nû kiriye.

Erebî got, "Niha qeydkirin tenê ji bo pasaportên ekspres tê girtin, qeydkirina pasaportên asayî wê di demek nêzîk de were vekirin. Ji bilî serlêdanên nû, ji bo pasaportan bidin kesên ku berê qeydkirî ne jî xebat tên kirin. Pêşî wê ji kesên ku ji bo pasaporta lezgîn serî lê bidin."

Welîd Erebî da zanîn ku ti guhertin di pasaportan de nehatine kirin, lê dema derbasbûnê ji bo her kesî bê cudahî bo 6 salan hatiye zêdekirin.

Rêveberê Dezgeha Koç û Koçberan û Pasportan jî diyar kir ku wan pakêtek ji bo guhertinên di pasaporta Sûriyê de amade kirine.