Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê îro 2 teqîn çêbûn
PeyamaKurd – Mayina ku çekdarekî li rojavayê Hesekê diçand, pê de teqiya û hat kuştin. Herwiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn, motorsîklêtekî bombebarkirî bêbandor kirin.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, îro 2 teqîn çêbûn.
Li gor zanyariyan, di teqîna yekemîn de, çekdarekî mayin li gundê Hawze yê li ser rêya Çiyayê Kezwana diçand û ew mayin pê de teqiya. Di encamê teqînê de, ew çekdar hat kuştin.
Di teqîna duyemîn de jî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn motorsîklêtek yê heman çekdarî ku berê bombebarkirîbû, bêbandor kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin