Rojava | Li rojavayê Hesekê du teqîn çêbûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li rojavayê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê du teqîn çêbûn.
Li gorî zanyariyan çekdarekî dema li rojavayê Hesekê gundê Hawze yê li ser rêya Çiyayê Kezwana mayin diçand, mayin pê de teqiya û mir.
Herwiha Hezên Ewlekariya Hundirîn ên Rojavayê Kurdistanê motorsîklêta bombebarkirî ya heman çekdarê mayîn diçan îmha kir.
Hat diyarkirin ku di encama her du teqînan de ji bilî kuştina wî çekdarî ti ziyaneke din çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin