Li kampeke Rojavayê Kurdistanê teqîn çêbû: Mirî hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên xwecihî, li kampeke koçberan a Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, teqînek çêbûye. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de qurbanî hene.
Di agahiyên ku hatin parvekirin de hat diyarkirin ku teqîn li Kampa Waşûkanî ya koçberan a Serê Kaniyê, bi navbeynkariya motosikletê hatiye kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê yên hat ragihandin, di encama vê teqînê de 3 zarokan canên xwe ji dest dane.
Heta niha di derbarê teqînê de daxuyaniyeke xwedîderketinê nehatiye dayîn. Hat diyarkirin ku li cihê bûyerê lêgerîn û lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin