Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê teqîn çêbû: 20 kes birîndar bûn

07 August 2020 12:10 0 dîtin
Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê teqîn çêbû: 20 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînek mezin çêbû û di encamê de 20 kes birîndar bûn.

Li gor ajansa IHA ya Tirkiyê, teqîn şeva borî derdora saet 22:00an de çêbûye

Herwiha hatiye ragihandin, bombeyeke destî (narincok) li cadeyekê di nava hejmarek kesan de diteqe ku mijûlî dawetê ne.

Li ser twitterê, dîmenê teqîna do şev a li Serê Kaniyê bûye hat belavkirin.

Di wan dîmenan tê xuyakirin, hejmarek kesên bi dawetê re mijûlin, çek di destê wan de hene û teqeyên hewayê dikin û ji nişkê ve teqînek li kêleka wan çêdibe.

Di encama teqînê de bi kêmanî 20 kes birîndar bûne û birîndar bo Nexweşxaneya Serê Kaniyê ya aliyê Bakurê Kurdistanê hatine veguhastin.

Sedem û berpirsiyarê teqînê hîn jî nayê zanîn.

Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê,  ji Cotmeha 2019 ve di bin kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye.