Li bazara sergirtî ya Serê Kaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, di nav bazara sergirtî ya bajêr de, mînek teqiya.
Li gorî ragihandin ku çavkaniyên xwecihî yên bajarê Serê Kaniyê, mînek di bazara sergirtî ya bi navê Hec Wesfî ya li nava bajarê Serê Kaniyê de teqiya û 2 kes bi sivikî birîndar bûn.
Herdu bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê Kurdistanê, Mijdara sala 2019an ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve hatibûn dagirkirin û ji wê demê ve gelek caran teqîn li wan bajaran çêdibin û xelkê sivîl dibin qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin