Li Hesîçayê û Serê Kaniyê teqîn: 6 mirî û gelek birîndar
PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Hesîçayê û Serê Kaniyê ji hev cuda 2 teqîn çêbûn. Teqîna li Hesîçayê li ser cadde ya Fîlîstînê çêbû. Sedema teqînê nehatiye zanîn lê di teqînê de 1 kes mir û 6 kes birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxaneyên der û dor bo dermankirinê.
Li Serê kaniyê jî erebeya tije teqemenî di bazara sebze û meyweyan de hat teqandin û 5 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne. Heya niha kes teqînan negirt ser xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin