Li Serêkaniyê teqînek çêbû: 7 mirî û 14 birîndar

26 September 2020 21:20 0 dîtin
Li Serêkaniyê teqînek çêbû: 7 mirî û 14 birîndar

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li Serêkaniyê bi erebeyekî bombekirî êrîş hat kirin û di encamê de 7 kes mirin û 14 kes birîndar bûn. Serêkaniyê di bin kontrola Artêşa Azad ya Sûriyê de ye ku Artêşa Azad bi Tirkiyê ve girêdayiye. Li gor ajansa SANA yê ya fermî ya Sûriyê ku ji hinek çavkaniyan agahiyê bidestxistiye, di teqînê de ji 7 kesên ku mirine ku 2 ji wan zarokin.

Gelek tîmên pêwendîdar hatine sewqkirin bo ciyê bûyerê û birîndaran birine nexweşxaneyên der û dor. Piştî teqînê şewat derketiye û îtfaiye mudaxeleyê şewatê kiriye.