Li Îranê erdhej çêbû: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 18ê Hezîranê li Eyaleta Xoresan bajarê Razaviyê erdhejeke bi pileya 5an rû da.
Li gorî çavkaniyên herêmê di encama erdheja ku li bajarê Razavî yê bakurê rojhilatê Îranê rû daye de, 2 kesan can daye û 30 kes jî birîndar bûne.
Enstîtuya Jeofîzîk a Tehranê daye xuyakirin ku tundiya erdhejê 5 pile bûye.
Hate ragihandin ku tîmên Heyva Sor a Îranê û lêkolîna bo xisarên erdhejê bo herêma erdhejê hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin