Li Nepalê erdhej çêbû! Gelek mirî û birîndar hene!
PeyamaKurd – Di erdheja bi lerza 5,6an a ku duh êvarê li Nepalê pêk hat de 69 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedaran ragihandin, li herêma Rukumê di erdheja bi lerza 5,6 ku navenda wê 42 kîlometre başûrê herêma Jumla ya Nepalê ye, 35 kes mirin û gelek xanî hilweşiyan.
Rayedaran eşkere kirin, li Rukumê 30 kes birîndar bûne û ev kes rakirine nexweşxaneya herêmê.
Rayedaran gotin, li herêma Jajarkotê 34 kesan jiyana xwe ji dest dane û li herêmên çiyayî jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Rayedaran destnîşan kirin, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmên çiyayî tevî gundiyan cenazeyên kuştî û birîndaran ji xaniyên hilweşiyayî derxistine û tekez kirin ku ji ber şimitîna axê rê hatine girtin û nikarin xwe bigihînin hin gundan.
Rayedaran dan zanîn, tê payîn danê sibê hejmara miriyan zêde bibe û diyar kirin ku têkiliya bi gelek gundan re qut bûye.
Navenda Çavdêrî û Lêkolînê ya Erdhejê ya Neteweyî ya Nepalê mezinahiya erdhejê weke 6,4 pîva.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin