Bi hêza 7,6 erdhej çêbû: Ji bo gelek deveran hisyariya tsûnamiyê hat dayîn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gorî dema herêmî li demjimêr 18.23ê xulekan, li giravên Karayîpan erdhejeke bi tundiya pileya 7.6 çêbû.
Li gorî ragihandina Saziya Lêkolînên Erdhejê ya Amerîkayê erdheja bi pileya 7.6an di kûrahiya 10 kîlomteran de û 207 km dûrî bajarê George Townê çêbûye
Saziya Agahdariya Tsûnamiyê ragihand ku piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê bo Giravên Cayman, Jamaîka, Kuba, Meksîka, Honduras, Bahama, Haîtî, Turk, Caicos, Belîze, Komara Domînîk, Kolombiya, Panama, Porto Rîko, Kosta Rîka, Aruba, Bonaire, Curacao, giravên Virjîn ên Amerîka, giravên virjîn ên Brîtanya û peravên wan hatiye dayîn.
Herî dawî jî Navenda Tsûnamiya a Amerîkî ragihand ku li nav erda Amerîka xeteriya tsûnamiyê tune ye, lê dibe ku pêlên tsûnamiyê li Porto Rîko û giravên Virjînê xuya bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin