Li Bedlîsê bi hêza 4,7 pileyan erdhej çêbû

25 September 2024 16:22 0 dîtin
Li Bedlîsê bi hêza 4,7 pileyan erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, îro 25ê Îlonê erdhejeke bihêz rû da.

Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) ragihand ku li Bedlîsê navçeya Tetwanê erdhejeke bi lerza 4,5 çêbû. AFADê diyar kir ku erdhej li demjimêr 14:50 xulekan rû daye û kûrahiya wê jî 7 kîlomtere ji erdzemînê bûye.

 

#DEPREM
YUMRUKAYA-TATVAN (BITLIS) https://t.co/Qqm1gSykaX
25.09.2024, 14:50:02 TSİ
Büyüklük: 4.7
Derinlik: 5.4 km#Kandilli

— Kandilli Rasathanesi (@Kandilli_info) September 25, 2024

 

Li aliyê din Çavdêrxaneya Kandilli jî hêza erdhejê wekî 4,7 pîvand û kûrahiya wê wekî 5,4 kîlometre tomar kir.

Hate ragihandin ku ji ber erdhejê tevahiya bajarê Bedlîsê û derdora wê hejiyaye û bûye sedema tirsê, lê heta niha ti ziyanek nehatiye tomarkirin.