Li Meletiyê bi hêza 4.5 pileyan erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê li pey hev du erdhej çêbûn.
Erdheja yekem bi tundiya 3,6 li navçeya Puturge ya Meletiyê çêbû.
Li gorî daneyên Çavdêrxaneya Kandilliyê erdheja duyem jî li demjimêr 18.41ê li navçeya Kale çêbû ku pileya wê 4.5 bû.
Li bajarên cîran jî hest bi erdhejê hate kirin û bû sedema tirsê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin