Li Selahadîn bi hêza 4,5 pileyan erdhej çêbû
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Selahadîn ê Iraqê bi hêza 4,5an erdhejek çêbû.
Li gorî ragihandina Serokatiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) li demjimêr 17:20 xulekan, li bajarê Selahedînê bi hêza pileya 4,5an erd hejiya.
Li gorî AFADê kûrahiya erdhejê ji zemînê 7 kîlometre bû.
Piştî erdhejê ti agahiyên ziyanan nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin