Li Çînê, erdhejeke mezin çêbû: Gelek mirî hene

06 September 2022 15:32 0 dîtin
Li Çînê, erdhejeke mezin çêbû: Gelek mirî hene

PeyamaKurd- Rayedarên Çînê ragihand ku li bajarê Sichuanê, bi pileya 6,6an erdhejek çêbûye û di encama vê erdhejê de bi dehan mirî û birîndar çêbûne.

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Çînê de hatin ragihandin, di erdheja ku li bajarê Sichuanê çêbûye de 46 kesan canên xwe ji dest dane, 50 kes birîndar bûne û ji 16 kesan jî agahî tuneye. Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku hejmara miriyan her ku diçe, zêde dibe.

Ji bilî agahiyên canî, hat ragihandin ku ji ber bandora erdhejê, li gelek deveran ax dişemite û ji ber vê jî hinek rê ji bo çûnehatê asê bûne.

Hat ragihandin ku piştî vê erdheja mezin çend xulek bi şûn de bi pileya 4.2yan jî erdhejek çêbûye.

Di dewama agahiyan de tê gotin ku beriya ev erdhej çêbibe, 10 çirke berê agahî bi rêya televîzyonê hatiye dayîn.