Li Meletiyê bi tundiya 5.0 erdhejeke mezin çêbû

24 August 2023 09:55 0 dîtin
Li Meletiyê bi tundiya 5.0 erdhejeke mezin çêbû

PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê, îro Pêncşemê danê sibehê erdhejeke mezin a bi hêza 5.0 rû da.

Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê ragihand ku erdheja bi pileya 5.0 li demjimêr 08:35an çêbûye û navenda wê jî navçeya Yeşilyurt a Meletiyê ye.

Hate diyarkirin ku erdhejê di kûrahiya binê erdê ya 7 km de rû daye. Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahîyên berdest tune ne.