Li Xarpêtê erdhejeke mezin çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Xarpêtê (Elezîz) ê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi tundiya 4,0 pileya rixterê rû da.
Serokatiya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku 12:28 xulekan, navenda wê li navçeya Sivrice ya Xarpêtê bi pileya 4,0 erdhej çêbû.
AFADê daye xuyakirin ku kûrahiya erdhejê ji zemîna erdê jî 4 kîlometre ye.
Hate diyarkirin ku cihê erdhej lê çêbûye beriya niha bi pileya 6,8'an jî erdhejek lê çêbûbû ku erdheja dawî li ser wê şikestê çêbûye.
Derbarê ziyanan de ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin