Li wî welatî, qezaya trênê çêbû: Gelek mirî û birîndar hene!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên Pakîstanê ve hatin ragihandin, nêzî Nawabşaha Pakîstanê, trêneke rêwiyan ji rê derket û di encamê gelek kesan can da.
Wezîrê Rêhesinê yê Pakîstanê Khavaja Saad Rafik ragihand ku 10 vagonên trêna rêwiyan a Hazara Expressi ya ji Karaçî ku diçû Rawalpindiyê, nêzî Navabşahê ji rê derketin.
Rafik da zanîn ku dibe ku qeza di encama "şikestina teknîkî" an jî "sabotajê" de çêbûbe.
Gerînendehê Polîsên Herêmî Younas Chandio ji rojnamevanan re got ku termê 22 kesan hatin dîtin, 50 birîndar jî rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de bibin alîkar, bang li leşker û hêzên berevaniyê jî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin