Li Serê Kaniyê teqîn: Kustî û birîndar hene

29 March 2021 16:25 0 dîtin
Li Serê Kaniyê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye dagirkirin teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama teqandina otomobîleke bombekirî de 3 kes hatine kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, îro duşemê teqîneke bihêz li nav bajarê Serê Kaniyê çêbû û di encamê de kuştî û birîndar hene, lê SOHRê ti hûrgilî derbarê cihê teqînê û hejmara kuştî û birîndaran de nedan.

Hêjayî gotinê ye, di 9ê meha Cotmeha 2018an de bi êrîşeke berfireh Serê Kaniyê û Girê Spî hatibûn dagirkirin û ji wê demê ve gelek caran teqînên bi vî rengî li wan bajaran rû didin.