Li Serê Kaniyê xala çekdarên El Hemzet teqîn: 6 kustî, 15 birîndar…
PeyamaKurd – Li bajaroka Til Xelef a Serê Kaniyê ku di bin kontrola Tirkiye û komên çekdar de ye, li xala leşkerî ya çekdarên El Hemzet teqîneke bihêz çêbû.
Li gorî zanyariyên destpêkê yên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) di encama teqandina otomobîlekê de herî kêm 6 kesan can daye û zêdetirî 15 kesan jî birîndar bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di nava hefteyekê de ev 5 car in teqînli Serê Kaniyê rû didin û gelek kes di encama wan teqînan de têne kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin