Li Serêkaniyê 3 fermandarên çekdarên opozîsyonê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandina ku li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 3 fermandarên koma bi navê Direi Hesekê hatin kuştin.
Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihî, doh 3yê Nîsanê çekdarên nenas li derdora gundê Elok ê Serêkaniyê rê li ber erebeyeke çekdarên Direi El-Hesekê yên girêdayî artêşa Tirkiyê girtine.
Hat diyarkirin ku wan çekdaran otomobîl gulebaran kirine û 3 fermandarên koma bi navê ‘Direi El-Hesekê’ di encamê de hatine kuştin.
Heman çavkaniyan daye xuyakirin ku çekdarên koma ‘Direi El-Hesekê’ piştî bûyerê bi ser malên gundê Elok û yên derdora wî de girtine û 5 kes revandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin