Li Serêkaniyê 9 çekdarên SMO hatin kustin
PeyamaKurd – Tevî agirbesta 17ê Cotmehê ya Amerîka-Tirkiyê ku HSDê jî qebûl kiribû, êrîşên artêşa Tirkiye û çekdarên cîhadî yên girêdayî wê bi navê Artêşa Milî ya Sûriyê (SMO) bi ser hêzên Kurd de berdewam dikin.
Ajansa nûçeyan a Fransî AFPê bi zarê Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şerê doh yê navbera HSD û çekdarên SMO de 15 kesan can daye.
Li gorî nûçeyê di şer û pevçûnên li herêma Tel Temir 9 çekdarên cîhadî yên SMO û 6 şervanên HSDê hatine kuştin.
Li aliyê din ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî doh ragihand ku hêzên artêşa Sûriyê derbasî nav sînorên Serêkaniyê bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin