16 çekdarên El Sebab hatin kustin
PeyamaKurd - Artêşa Somaliyê eşkere kir ku li herêma Hîran di operasyonekê leşkerî de 16 çekdarên Tevgera El Şebab a girêdayî El Qaîdeyê hatin kuştin.
Ajansa Somali National News )SONNA) ragihandiye, artêşa Somalî operasyoneke berfireh li herêma Hirwan pêk anî û di encamê de gelek cihên stratejîk xistin bin kontrola xwe û 16 çekdarên Tevgera El Şebab kuştin.
Herwiha artêşê diyar kiriye ku dê çalakiyan bidomîne heta ku tevahîya welat ji komên terorîst rizgar bike û ewlehiyeke mayînde pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 10 sal in hêzên Somalî şerê çekdarên Tevgera El Şebab ên girêdayî rêxistina El Qaîdeyê dikin û di çend mehên dawî de jî hin herêm ji destê wan derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin