27 çekdarên Es Sebab hatin kustin
PeyamaKurd - Hêzên Taybet ên welatê Somalî, di operasyonên ser rêxistina Eş Şebab a bi ser El Qaîdeyê de, 25 çekdarên wê rêxistinê kuştin.
Li gorî ragihandina berpirsên leşkerî yên Somaliyê di encama operasyana, li bajarê Kismayo ya li parêzgeha Coba de, 13 çekdarên El Şebab hatin kuştin û baregeh û navendên wan ên li wê herêmê jî bi temamî hatin rûxandin.
Herwiha artêşa Somaliyayê êrîşeke Eş Şebab a li ser bajarê Bil’ed li başûrê welêt jî şikand û 14 çekdar hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, di nava kuştiyan de, berpirê leşkerî yê rêxistinê yê herêma Şibêlî jî heye.
El Şebab sala 2004an hatiye avakirin û ji sala 2007an ve li Somaliyayê dest bi êrîşan kiriye ku heta niha bi hezaran kes bûne qurbanîyên wê rêxistinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin