Hums | Hizbullahê êrîs kir: 8 çekdarên HTSyê û 2 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hizbullahê êrîşî gundewarên Humsê kir û 8 çekdarên HTŞyê hatin kuştin û 2 sivîlan can da.
Her wiha hat diyarkirin ku rojnamevanek û wênegirek jî li nêzîkî sînorê Sûriyeyê û Lubnanê, li rojavayê bajarê Humsê, li nêzîkî bendava Zeyta birîndar bûn.
Hat diyarkirin roja Yekşemê, pevçûn di navbera artêşa Sûrî û komên çekdar de li ser sînor derketin piştî ku sê karmendên Wezareta Berevaniyê ji aliyê çekdarên Libnanî ve li devera sînorî ya el-Qusair hatin kuştin.
Artêşa Lubnanê ragihand ku gund û bajarokên Lubnanê ji hundirê axa Sûriyê hatine topbarankirin. Di bersivê de, yekîneyên leşkerî yên Lubnanê bersiv dan û çavkaniyên agir kirin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin