Ji Îsraîlê êrîseke nedîtî ya teknolojîk: Ji ber teqîna amûran gelek çekdarên Hizbullahê birîndar bûn
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 17ê Îlonê, gelek amûrên pêwendiyê yên di dest û berîkên welatiyan de bixweber teqiyan û bi dehan çekdarên Hizbulaha Lubnanê birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan ew êrîşeke sîberî ya Îsraîlê ye ku ew amûrên elektronî ji dûr ve hatine teqandin.
Hate diyarkirin ku Balyozê Îranê yê Beyrûtê jî di wê êrîşê de birîndar bûye.
Gelek dîmenên ku amûrên destê xelkê bixweber diteqin li ser medya civakî hatine belavkirin û bang li xelkê Lubnanê tê kirin wan amûran dûrî xwe bikin.
Çavkaniyeke Hizbulaha Lubnanê ji AFPyê diyar kiriye ku endamên wan ji ber êrîşeke elektronî ya Îsraîlê birîndar bûne.
Ew amûra ku teqiyaye amûra bi navê “Pager” e. Piştî salên 1990î û destpêka salên 2000î amûreke gelekî belavbûyî bû.
Li gorî medyaya Lubnanê, teqîn li navenda çekdarên Hizbulayê Beyrûtê jî pêk hatiye.
Ajansa NNA ya fermî ya Libnanê ragihandiye ku bi dehan kesî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Ajansa MEHRê ya Îranê jî eşkere kir ku Balyozê Îranê yê Beyrûtê jî ji ber teqîna amûra teknolijîk birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin