Medya Îsraîlê: Ji bo êrîseke nû bi ser Îranê de amadekarî tê kirin
PeyamaKurd - Medya Îsraîlê radigihîne ku Îsraîl piştî êrîşa bersivdana moşekên balîstîkî yên Îranê niha jî ji bo bersiva êrîşa dronî ya ser mala Serokwezîr Binyamîn Netanyahû amadekariyan dike.
Li gorî medya Îsraîlê, niha lêkolîn ji bo bersivdana êrîşa dronî ya ser mala serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû têne kirin ku tê gotin, ew êrîş bi fermana Îranê hatiye kirin.
Hêjayî gotinê ye, balafirên şer ên Îsraîlê roja Şemiya borî wekî bersivdana êrîşa 1ê Cotmehê ya Îranê bi ser Îsraîlê de, êrîşî bingehên leşkerî yên Îranê li Tehran, Xuzistan û Îlamê kiribû. Di êrîşan de herî kêm 5 leşkerên Îranê jî hatibûn kuştin û berpirsên Îranê cardin gotibûn, dê bê bersiv nemîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin