Serêkaniyê | 3 çekdarên SMO yên êrîsî hêzên rejîmê kirin hatin kustin

17 November 2019 17:45 0 dîtin
Serêkaniyê | 3 çekdarên SMO yên êrîsî hêzên rejîmê kirin hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera komên çekdarên girêdayî Tirkiye yên Ceyşul Wetenî (SMO) û artêşa rejîma Sûriyê de, li gundewarên bajaroka Zirgan a Serêkaniyê şerekî dijwar qewimî ye û di encama wî şerî de 3 çekdarên SMO hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, çekdarên SMO êrîşî gundên Zirganê kirin û ji ber bersivdana hêzên rejîmê neçar mane birevin ku di encamê de jî 3 ji wan hatine kuştin.