Asayîsa Rojava 20 çekdarên hêzên rejîmê berdan

07 February 2021 11:39 0 dîtin
Asayîsa Rojava 20 çekdarên hêzên rejîmê berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Asayîşa Hundirîn a li Rojavayê Kurdistanê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, 20 çekdarên hêzên rejîma Sûriyê ku li çargoşeya ewlehiyê ya Heseke-Qamişlo girtibûn berdan.

Li gorî nûçeya Shafaq Newsê ku dispêre çavkaniyên herêmê, Rêveberiya Xweser bi navbeynkariya Rûsyayê ji bo kêmkirina aloziya navbera herdu aliyan li çargoşeya ewlehiyê 20 çekdarên girêdayî hêzên rejîma Esed berdan.

Çend hefteyên borî li çargoşeya ewlehiyê aloziyên navbera hêzên rejîmê û hêzên Rojavayê Kurdistanê gihîştibû asta pevçûnê û herdu aliyan teqe li hev kiribûn.