Qamislo | Asayîsa Rojava careke din hêzên rejîmê dorpêç kir
PeyamaKurd - Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku doh bi daxuyaniyekê ragihandibû wan dorpêça ser hêzên rejîmê yên li bajarê Qamişlo û Hesekê rakiriye, careke din hêzên xwe li derdora çargoşeya ewlekariyê ya hêzên hikûmeta Sûriyê bicih kir û dorpêç danî ser wan.
Hat ragihandin ku hêzên Asayişa Rojava piştî bi çend saetan bi ser lihevkirina bi hêzên rejîma Sûriyê re, careke din xalên xwe li derdora çarogeşya ewlekariyê li navenda bajarê Qamişlo belav kirine.
Hat zanîn ku sedema dubare belavbûna asayîşê li derdora çargoşeya ewlekariyê, pabendnebûna hikûmeta Sûriyê bi xalên rêkeftina bi Rêveberiya Xweser re ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin