Qamislo | Hevdîtinên milîsên rejîmê û Asayîsa Rojava careke din dest pê kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî dubarebûna şer û aloziya li Qamişloyê careke din bi çavdêriya hêzên Rûsyayê, hevdîtinên rawestandina şer di navbera milîsên bi ser rejîma Sûriyê yên bi navê Dîfaa El Wetenî (milîsên Berevaniya Niştimanî) û Asayişa Rêveberiya Xweser de dest pê kirin.
Çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê jî radigihînin ku her du taxên Helko û El-Teyî yên bajarê Qamişlo îro 23yê Nîsanê bi temamî ji kontrola milîsên rejîmê hatine derxistin û ketine jêr kontrola hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistdanê..
Li ser hevdîtinan Serokê Kombûna Sûrî ya Yekgirtî Besman El-Essaf, ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Gereke nû ya danûstandinan di navbera hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û milîsên girêdayî hikûmeta Sûriyê de li Balafirxaneya Qamişloyê destpê kiriye.”
Besman El-Essaf diyar kir, “Armanca lidarxistina gera nû ya danûstandinan, gihîştina herdu aliyan bi rêkeftinekê ye daku dawî li şerê navbera wan bê ku çar roj in li taxa Tey a bajarê Qamişlo şer didome.”
Hat diyarkirin ku danûstandin bi çavdêriya Rûsyayê birêve diçin ku beriya niha jî Rûsya bûbû navbeynkar, lê milîsên rejîmê agirbest binpê kiribûn û êrîşên xwe berdewam kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin