Li Qamislo û Hesekê saziyên fermî êdî ji aliyê asayîsa Rojava ve têne parastin
PeyamaKurd - Piştî vekişîna rejîma Sûriyê saziyên fermî yên Hesekê û Qamişlo ji aliyê hêzên ayîşa Rojavayê Kurdistanê ve têne parastin.
Hate ragihandin ku piştî hilweşîna rejîma Beas li Sûriyeyê û ketine Şamê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi parastina dezgehên giştî yên xizmetguzariyê yên li bajarê Hesekê û Qamişlo kirine.
Li gorî çavkaniyên herêmê Hêzên Ewlekariya hundirîn li pêşiya dezgeh û saziyên fermî belav bûne û erkê parastinê pêk tînin.
Hêjayî gotinê ye, îro 8ê Kanûna 2024an danê sibehê opozîsyona Sûriyê ragihand ku Şam ketiye kontrola wan û dawî li rejîma Esed hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin