ENKS: Îro rojeke dîrokî ye, peykerên Esed li Qamislo û Hesekê hatin xwar
PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) piştî ketina rejîma Esed û Şamê ragihand, “Îro bi ketina Beşar Esed, destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê ye.”
Ragihandina ENKSê got: “Îro yekşemê 8ê Kanûnê, bi ketina Beşar Esed destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûryayê ye. Bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyayê hatin lidarxistin.”
ENKSê diyar kir, “Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyeyê hatin xwarê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin