Pfizerê mizgîniya derziya korona da: “Îro ji bo mirovahî û zanistê rojeke dîrokî ye."
PeyamaKurd – Kompaniya dermanan Pfizer a Amerîkî, li ser derziya ku ligel komaniya BionNTech a Almanî bipêş dixin mizgînî da ku derziya wan li ser deh hezaran kesan hatiye ceribandin û ji sedî 90 hatiye tespîtkirin ku nexweşiya Covid-19 ji bedena mirovan dûr dixe.
Pfizerê piştî xebatên 8 mehan ev daxuyanî daye û tê çaverêkirin ji bo piştrastkirina encamên destpêkê û bikaranîna bilez a derziya koronayê ji saziyên pêwendîdar destûrê bistîne.
Li gorî Ajans Press a Amerîkî cîgirê berpirsê kompaniya Pfizerê Dr. Bill Gruber, gotiye, “Em niha gihîştine asta ku hêviyê bidin.”
Herwiha CEOyê Pfizerê Albert Bourla jî bal kişand ser daneyên 43 hezar kesên derzî li ser wan hatine ceribandin û got, “Îro ji bo mirovahî û zanistê rojeke dîrokî ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin