FDAyê bi tevahî derziya Korona ya kompaniya Moderna erê kir

01 February 2022 11:11 0 dîtin
FDAyê bi tevahî derziya Korona ya kompaniya Moderna erê kir

PeyamaKurd   Rêvebirîya Xwarin û Dermanan (FDA) ya Amerîkayê, do bi tevahî derziya Korona ya kompaniya Moderna erê kir.

Li gor zanyariyan, wê derzî bi navê Spikevax li bazaran were firotin. Di bin rêdana bikaranîna awarte ya FDAyê de, derziya Moderna, ji sala meha 12ê ya 2020an ve li Amerîka û seranserê cîhanê hatiye belavkirin.

Ev derziya duyem e ku FDA bi tevahî erê dike, piştî ku derziya Pfizer Tebaxa 2021ê ev erêkirin wergirtibû.

Li gor Komîsara FDAyê Janet Woodcock bi daxuyaniyekê eşkere kir, rêdana tevahî ya derziyê, gaveke girîng e di şerê dijî pandemîya COVID-19 de. Li vê dema ku bi sedan mîlyonan derzîyên derziya Moderna hatine bikaranîn, “jibo hinek kesan, erêkirina FDAyê ji vê derziyê re baweriya wan bêtir bi wê yekê tîne ku werin derzîkirin.”

Hêjayî gotinê ye, bikaranîna derziya Moderna li bêtirî 70 welatan hatiye erêkirin, di nav de jî Brîtanya, Kanada, Japonya û welatên Yekîtîya Ewropayê hene.