Kompaniya Alman: Derziya koronayê amade ye û bê qisûr e!

16 October 2020 19:26 0 dîtin
Kompaniya Alman: Derziya koronayê amade ye û bê qisûr e!

PeyamaKurd – Kompaniya dermanan BioNTech ragihand ku derziya wan a bo Covid-19 ya bi piştevaniya kompaniya Amerîkî Pfizerê hatiye pêşxistin di encama pişkinînan de bi ser ketiye û heger destûrê bistînin ew amade ne dest bi derzîkirina girseyî bikin.

Berpirsê Kompaniya BioNTechê Prof. Dr. Ugur Şahin ji rojnameya Almanî Frankfurter Allgemeine re ragihandiye ku derziya ku bi piştevaniya kompaniya Pfizer a Amerîkî hatiye pêşxistin di qonaxa dawî ya ceribandinê de ye û hemû pêvajoyên wê serkeftî encam dane.

Şahîn gotiye, tenê ji bo derziya bi navê BNT162b2 destûrên belavkirinê divê bên standin.

Dr. Şahîn herwiha destnîşan kiriye ku derziya BNT162b2 li ser 37 hezar kesan hatiye ceribandin û encamên erênî hatine bidestxistin ku pir nêzîkî armancê bûne.

Wî diyar kiriye ku rêjeya serkeftinê, ewlehî û parastina ji enfeksiyonan ya derziya wan bêqîsûr e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, niha ew derzî li Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) di bin lêkolînên hûrî de ye ku heger piştî lêkolîn û pişkinînan serkeftî derve wê destûra belavkirinê bistîne.