Almanyayê ji bo derziya koronayê tarîx da
PeyamaKurd – Enstîtuya Pêkanîna Vaksînan a Almanyayê ragihand ku ew pêşbînî dikin di destpêka sala 2021ê de derziyên ku ji bo vîrusa koronaya nû Covid-19 hatine pêşxistin pesend bikin.
Serokê Enstîtuya Paul Ehrlichê Klaus Cichutek got ku tê pêşbînîkirin yekem derziyên koronayê di destpêka sala 2021ê de li Ewropayê werin pesendkirin, lê belê hîn jî ji bo destpêkirina lêdana wan derziyan pêdivî bi zêdetir demê heye.
Cichutek di brîfînda îro ya online de da xuyakirin, "Li gorî anketên Ajansa Dermanan a Ewropayê yên dawî hêviya me ew e ku destpêka sala 2021ê di bazarên Ewropayê de destûra derziya koronayê bê standin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin