Li Almanyayê tedbîr û rênimayên koronayê hatin protesto kirin

21 December 2021 18:51 0 dîtin
Li Almanyayê tedbîr û rênimayên koronayê hatin protesto kirin

PeyamaKurd - Li Almanyayê welatî li dijî tedbîr û rênimayên hikûmeta federalî derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşandan.

Li gelek bajarên Almanyayê dijberên rênimayên koronayê bê mask û mesafeya fizîkî ji bo biryarên hikûmetê yên di derbarê koronayê de protesto bikin xwepêşandan li dar xistin.

Hêzên Ewlekariya Almanyayê jî ragihandiye ku doh êvarê li 20 bajarên Almanyayê, bi hezaran dijberên rênimayên koronayê bê destûr derketine kolanan û di hinek xwepêşandanan de di navbera polîsan û xwepêşanderan de alozî derketiye.

Li bajarê Wolfsburgê yê ser bi wîlayeta Saksonya Jêrîn, 850 kes derketibûn derve û ji ber xwepêşandanê, êvarê trafîka bajar xitimî. Herwiha 150 xwepêşander ji ber binpêkirina rênimayên koronayê rastî cezayên curbecur hatin.

Li hember dijberên tedbîran hin welatiyan jî li dijî wan dijberan xwepêşandan li dar xistin. Wan jî li Freiburgê ligel çend endamên Meclîsa Federal dirûşmên "li şûna tirsê, mentiq" bilind kirin û bal kişandin ser girîngiya rênimayan û bikaranîna derziya li dijî koronayê.