Ji ber tedbîrên koronayê Sehîdên Enfalê bi merasîmeke piçûk hatin bibîranîn
PeyamaKurd – Di salvegera Komkujiya Enfalê de ku her sal 14ê Nîsanê merasîmên bîranînê têne lidarxistin, îsal ji ber belavbûna vîrusa koronayê û rêkarên Herêma Kurdistanê merasîm nehatin kirin.
Bi beşdariya Wezîrê Şehîdan û Enfalê Ebdula Hecî Mehmûd li Çemçemal a Silêmaniyê bi merasîmeke piçûk qurbaniyên enfalê hatin bibîranîn.
Wezîrê Enfalê Hecî Mehmûd û beşdaran tacegulek danîn ber bîrdariya Enfalê û şehîdên enfalê bibîr anîn.
Di Komkujiya Enfalê ya rejîme Beas ku di navbera salên 1980-1988an proseyeke domdar a qirkirina Kurdan meşandine, di 8 qonaxên cûda de 182 hezar Kurd hatin komkuj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin