Balafirgeha Hewlêrê tedbîrên nû yên koronayê eskere kirin

31 March 2022 20:40 0 dîtin
Balafirgeha Hewlêrê tedbîrên nû yên koronayê eskere kirin

PeyamaKurd - Rêveberiya Balafirxaneya Hewlêrê ragihand ku ji sibê 1ê Nîsanê pê de wê tedbîr û rênimayên nû ji bo rêwiyan bicih werînin.

Rêveberê giştî yê Balafirgeha Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re eşkere kir, ji 1 Nîsanê pê de ew ê tedbîr û rênimayên nû yên koronayê ji bo geştên rêwiyan bicih bînin.

Ehmed Hoşyar diyar kir, êdî ew kesên ku ji derve têne Herêma Kurdistanê divê herî kêm du doz derziya Koronayê li xwe dabin yan jî 72 demjimêran beriya seferê testa Koronayê kiribin û testa wan jî negatîf be.

Hoşyar herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê û yên ku têne Kurdistanê jî kir ku wan rênimayan bicih bînin da ku di sefera xwe de rastî pirsgirêkan neyên.