Li Hewlêrê nimêja cejnê li gorî tedbîrên koronayê hat edakirin
PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê îro roja yekem a Cejna Remezanê bi edakirina nimêja cejnê dest pê kir.
Digel qedexeya çûnûhatinê ya ji bo pêşîgirtina belavbûna nexweşiya vîrusa koronayê jî li praniya mizgeftên bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê nimêja bi komî hat kirin, lê tedbîrên koronayê jî nehatin jibîrkirin.
Li Hewlêrê jî Mizgefta Bextîyarî ji bo nimêja cejnê vekirîbû û hat xuyakirin ku welatî li gorî tedbîrên koronayê bi navberdayînê nimêja xwe kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin