Di 4 rojên cejnê de 144 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir

02 July 2023 13:06 0 dîtin
Di 4 rojên cejnê de 144 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Turîzmê yê Hewlêr ê Dilêr Muhammed ragihand ku tenê di nav 4 rojên cejna Qurbanê de, 144 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kiriye.

Muhammed daye zanîn ku îsal serdana geştiyaran bo Hewlêrê rêjeya siê yek zêde bûye û ev jî bi saya plana wan a turîzmê pêk hatiye.

Li nav sînorên bajarê Hewlêrê 1350 kargehên turîstîk hene û bi taybet di rojên betlane û cejnan de, ji naverasta Iraqê û başûrê Iraqê bi sed hezaran geştiyar serdana Herêma Kurdistanê dikin.