Di rojên cejnê de bi rêyên bejahî 127 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kir
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di rojên Cejna Qurbanê de ji ser xalên kontrolê 127 hezar û 432 geştiyaran serdana parêzgeha Hewlêrê kiriye. Herwiha diyar kir ku ji bilî wan geştiyarên bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê hatine Hewlêrê.
Rêveberiya Giştî ya Geştiyariya Hewlêrê îro Yekşemê eşker kir, çend lijne hatine pêkanîn ji bo pêşwazîkirina geştiyaran û çavdêriya geştiyaran li cihên geştiyariyê daku xizmetguzariyeke baştir were dabînkirin ji bo geştiyaran.
Lijneyên hatine avakirin li hin cihan av bi ser geştiyaran de belav kirine û li hin navendên geştiyariyê çavdêriya bihayên kelûpelan û xwarinê kirine û ji bo xetên înternetê baş kar bikin jî xebat hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin