Di du rojên cejnê de zêdetirî 100 hezar turîst hatin Hewlêrê

22 July 2021 16:49 0 dîtin
Di du rojên cejnê de zêdetirî 100 hezar turîst hatin Hewlêrê

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê ragihandiye ku di nav du rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 100 hezar geştiyar hatine Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Hewlêrê Nerîman Fazil ji K24ê re ragihandiye: “Heta êvara roja duyem a cejna Qurbanê, 103 hezar û 196 geştiyar hatine Hewlêra paytext.”

Nerîman Fazil herwiha diyar kiriye: “Tê çaverêkirin ku heta roja dawî ya cejnê, ev hejmar bilind bibe, ji ber ku hatina geştiyaran heta niha bo Hewlêr û Herêma Kurdistanê berdewam e.”