Di rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 158 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kirin

13 July 2022 12:01 0 dîtin
Di rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 158 hezar gestiyaran serdana Hewlêrê kirin

PeyamaKurd – Di rojên Cejna Qurbanê de zêdetirî 158 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirin.

Li gor Ofîsa Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê amarên giştî yên bûyerên rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê belav kir û diyar kir, di rojên cejnê de zêdetirî 158 hezar geştyaran serdana Hewlêrê kirine. 

Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyê de eşkere kir, amadekarî û planên ku ji bo rojên cejnê hatibûn amadekirin, bi awayekî serkeftî û bêyî kêşe hatine cîbicîkirin.

Parêzgariya Hewlêrê da zanîn, di rojên cejnê de 41 tawan hatine tomarkirin û 36 tawan jî eşkere bûne, ji bilî wê, 158 hezar û 883 geştyaran di nava çar rojan de berê xwe dane Hewlêrê.

Herwiha Parêzgariya Hewlêrê diyar kir, amarên giştî yên bûyeran jî bi vî awayî ne:

Yekem / Polîs

41 tawan hatine tomarkirin, 36 tawan hatine eşkere kirin, 5 tawan jî di bin lêkolînê de ne.

Duyem / Trafîk

14 bûyerên trafîkê rû dane û di encamê de 6 kes birîndar bûne û 3 kesan jî can dane.

Sêyem / Berevaniya Şaristanî

7 bûyerên şewatê derketine, hemû şewat ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hatine kontrolkirin.

Çarem / Geştûguzarî

158 hezar û 883 geştyaran di nava çar rojên cejnê de serdana Hewlêrê kirine.