Rojên betlaneya Cejna Qurbanê eskere bûn

12 June 2024 17:00 0 dîtin
Rojên betlaneya Cejna Qurbanê eskere bûn

PeyamaKurd – Rojên betlaneyê li Herêma Kurdistanê wekî 4 roj hatin diyarkirin.

Li gorî salnameya fermî ya Herêma Kurdistanê, wê ji roja yekem a cejnê 16ê Hezîranê heta 19ê Hezîranê bêhnvedana fermî be.

Piştî bidawîbûna bêhnvedana cejnê 20ê Hezîranê hemû saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê  dest bi xebatên xwe yên asayî dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ragihandibû ku dê bêhnvedana Cejna Qûrbanê li Iraqê ji 16ê Hezîranê heta 20ê wê berdewam bike.