Di rojên cejna Qurbanê de rewsa kesûhewayê
PeyamaKurd - Rêveberiya Keşnasiya Kurdistanê ragihand, di rojên Cejna Qurbanê de pileya germayê dê nêzîkî 50 dereceyan bibin!
Rêveberiya keşnasiya Kurdistanê li ser rewşa hewayê daxuyaniyek daye û ragihandiye, tê pêşbînîkirin pileya germayê di rojên Cejna Qurbanê de bilind bibin.
Li gorî texmîna rêveberiya keşnasiya Kurdistanê; pileya germayê li Hewlêrê dê di navbera 44-47 dereceyan de be, li Silêmaniyê pileya germayê dê heta 45 dereceyan bilind bibe, li Duhokê welatî dê 44 derece germa bibînin, dê li Kerkûkê agir bibare ji ber ku pileya germayê dê heta 48 dereceyan bilind bibe, Helebce jî dê di navbera 43-46 dereceyan de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin