Rojava | Rojên betlaneya fermî ya Cejna Remezanê hat eskere kirin
PeyamaKurd - Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê Cejna Remezanê ku sibe 13ê Gulanê roja yekem e pîroz kir û rojên betlaneyê yên fermî eşkere kirin.
Di daxuyaniyê de pîrozbahiya Cejna Remezanê hat kirin û hat ragihandin, Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî betlaneya fermî ya cejnê biryarnameyek derxistiye ku li gorî wê biryarnameyê; Hemû daîre û saziyên fermî yên Rêveberiya Xweser wê ji roja pêncşemê 13ê Gulana 2021an heta 3 rojan bikin betlane, ji bilî saziyên ku tê xwestin li ser kar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin