Roja Jenosîda Helebçeyê êdî li seranserê Iraqê betlaneya fermî ye
PeyamaKurd – Îsal cara yekem di salvegera roja Kîmyabarana Helebçeyê de li seranserê Iraqê dê bêhnvedana fermî be.
Di vê derbarê de Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Iraqê Dr. Viyan Sebrî ji BasNewsê ku “Ji bo rêzgirtina qurbaniyên jenosîda kîmyabarana Helebçeyê, li Parlamentoya Iraqê deng li ser wê yekê Hey dayîn ku 16ê Adarê de seranserê Iraqê bibe betlaneya fermî.”
Seroka Fraksiyona PDKyê ya li Parlamentoya Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku li gorî biryara Parlamentoya Iraqê ji îsal û pê ve her roja 16ê Adarê dê weke betlaneya fermî bê ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin