Ji Wezareta Tenduristiyê biryarên betlaneya Cejna Qurbanê
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo rojên bêhnvedan û Cejna Qurbanê çend biryar û hin tedbîr ragehand.
Wezareta Tenduristiyê nivîsek ji hemû rêveberiyên giştî yên tenduristiyên parêzgehan re şand û tê de çend xalên ji bo di rojên Cejna Qurbanê de bên pêkanîn diyar kirin.
Li gor nivîsa wezareta tenduristiyê divê di hemû nexwaşxaneyan de lîsteya fîlmgirtinê ji bo hemû beşên bijîşkên pispor û karmendên tenduristiyê bê danîn û lijneyeke dûvçûna rojane bê pêkanîn.
Wezareta tenduristiyê diyar kir, divê rojane amarên hemû beşên lezgîn bên wergirtin û berdewam xizmetguzarî û paqijkirina nexwaşxaneyan bê kirin.
Hat diyarkirin, pêwîste amadekarî bên kirin ji bo kontrol, xweparastin û çareseriya vîrusa korona û derveyî wan jî pêwîste dûvçûn ji bo cihên giştî û çavdêriyên tenduristiya bazarî bê kirin. Herwiha lîsteya taybet a ji beşên lezgîn û bijîşkên beşa lezgîn re bê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin